Mesrûr Barzanî: Gelê Kurdistanê dest ji maf û daxwazên xwe yên netewî bernade
Mesrûr Barzanî: Raperîn qonaxeke dîrokî û daxwaz û peyama bihêz a gelê Kurdistanê bû ji bo redkirina zulm, dagirkerî û bindestiyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di salvegera Raperîna 1991ê ya gelê Kurdistanê de, peyameke pîrozbahiyê arasteyî Kurdistaniyan, bi taybet Pêşmergeyên qehreman û malbatên şehîdan ên serbilind kir.
Peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî:
Di salvegera Raperîna Adara birûmet a sala 1991ê de, germtirîn pîrozbahî û pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemû Kurdistaniyan, bi taybet Pêşmergeyên qehreman û malbatên şehîdan dikim.
Raperîn qonaxeke dîrokî û daxwaz û peyama bihêz a gelê Kurdistanê bû ji bo redkirina zulm, dagirkerî û bindestiyê ku di encama yekgirtî û yekrêziya tevahiya xelkê Kurdistanê bi tevahiya pêkhateyên wê, hat karîn ku destkeftên mezin bêne bidestxistin, gelê Kurdistanê jî bibe xwedî dezgehên destûrî û ji bo pêşerojek baştir gav bavêje.
Yek ji peyamên girîng ên Raperîna 1991ê ew bû, gelê Kurdistanê ti carî dest ji maf û daxwazên xwe yên netewî û jiyana bi azadî û bi rûmet bernede, ji bo wê jî qurbaniyeke mezin da.
Îro jî pêwîst e hêz, partî û gelê Kurdistanê bi tevahî, bi heman biryardariya dema Raperînê, berevanî li destkeft û mafên xwe yên destûrî û mafên xwe yên rewa yên ku bi xwîna bi hezaran şehîdan hatine bidestxistin bikin.
Em gelê Kurdistanê dilniya dikin ku bi hemû awayan, berevaniyê li mafên xwe yên destûrî dikin û Kurdistan wek nimûneyeke geş a pêşkeftin, avedanî û pêkvejiyana tevahiya pêkhateyan dimîne.
Raperîna Adara 1991ê pîroz be
Silav li giyanê pak ê şehîdên Raperînê û hemû şehîdên Kurdistanê