Li Herêma Kurdistanê 2 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 100 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 2 kesan jî bi Koronayê canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 100 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ji wan 30 kes li Hewlêrê, 12 kes li Silêmaniyê, 49 kes li Duhokê û 3 kes li Raperînê ne.
Diyar kir jî di nav 24 demjimêran de 2 kesan canê xwe ji dest dan. Herwiha 384 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.
Amarên giştî:
Pêketin: 433432 kes.
Mirin: 7390 kes.
Başbûn: 419501 kes.
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.