2 leşkerên Sûrî di êrîşeke Îsraîlê de hatin kuştin

Îsraîlê bi mûşekan êrîşî hin xalên li derdora bajarê Şamê kirin

Êrîşa Îsraîlê
Êrîşa Îsraîlê

Navenda Nûçeyan (K24) – Ajansa fermî ya Sûriyê “SANA” ragihand, di encama êrişa mûşekî ya Îsraîlê li ser navçeyên derdora Şamê de, 2 leşker hatine kuştin.

Jêderekî leşkerî ji “SANA” re ragihand, îro demjimêr 5:10 Îsraîlê bi mûşekan êrîşî hin xalên li derdora bajarê Şamê kirin.

Wî jêderî amaje bi wê da, sîstema berevaniya asmanî ya Sûriyê rûbirûyî mûşekan bû û piraniya wan xistine xwarê.

Diyar kir jî, di encama êrişê de 2 leşker hatin kuştin û hin ziyanên madî çêbûn.

Duhî jî artêşa Îsraêlê bi çend mûşekên zemîn-zemîn ji Golanê ve êrîşek pêk anî û hin xal li derdora Quneytera kirin armanc û di encamê de ziyanên madî derketin.

Roja 24ê Sibatê jî di encama êrişa mûşekî ya Îsraîlê li ser navçeyên derdora Şamê de, 3 leşker hatibûn kuştin.