Hewlêr ji bo çavdêriya nirxan û girtina tedbîrên tund komîteyan ava dike

Qeymeqamê Hewlêrê: Hin bazirgan ji sûdê rewşê werdigirin û nirxê madeyên xwarinê bilind dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Qeymeqamê Hewlêrê diyar kir, komîteyên çavdêriya nirxan li bazaran hatin avakirin û her kesê nirxan bilind bike, dê tedbîrên tund li hemberê were girtin.

Qeymeqamê Hewlêrê Nebez Ebdulhemîd Ebdilhemîd îro ji rojnamevanan re got; hin bazirgan ji sûdê rewşê werdigirin û nirxê madeyên xwarinê bilind dikin.

Qeymeqamê Hewlêrê tekez kir; komîteyên çavdêriya bazaran hatine avakirin û dê tedbîran li hember her kesê ku binpêkirinan bike û bihayên fermî zêde bike, werin girtin.

Ebdulhemîd her wiha got: “Bêguman Herêma Kurdistanê û tevahiya Iraq û navçeyê ji şerê navbera Rûsya û Ukraynayê bandor bûne û ev yek jî bûye sedema bilindbûna nirxê hinek madeyan bi taybetî zeyt û rûn, lê nabe her kesek ji aliyê xwe ve buhayan bilind bike.”

Qeymeqamê Hewlêrê tekez kir jî, Her kesê ku ji rewşê sûdê werbigire û bihayan bilind bike dê bi tundî were cezakirin.”

Herwiha bal kişand li ser wê yekê; li ser arasteya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû hêsankarî ji bazirganan re ji bo dabînkirina keresteyên xwarinê tê dabînkirin û di heman demê de dê tedbîrên tund li hember binpêkeran bên standin.