Rûsya amadekariya êrîşeke mezin ser Kîevê dike

Artêşa Rûsyayê heta niha 6 bajarên Ukrayna yên mezin kontrol kirine

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gorî Serfermandariya Artêşa Ukraynayê, Rûsya hêzên xwe li dor Kîevê kom dike û amadekariyan ji bo êrîşa li ser wê dikin.

Li gorî zanyariyan, roja Yekşemê şerên giran li derdora rêya Zhitomir (150 km li rojavayê Kîevê) û li Chernigov (150 km li bakurê Kîevê) derketin.

Li Kîeva Paytext jî, ​​artêşa Ukraynî amade ye ku pira dawî ya bajar bi herêmên din ên li rojava ve girêdide hilweşîne, da ku pêşveçûna tankên rûsî rawestîne.

Efserekî Ukraynî ji “AFP” ra ragihand, “Eger em fermanê ji fermandariyê werbigirin, an jî heke em bibînin ku Rûs bi pêş ve tên, em ê wê (pirê) bi bi tankên dijminan ve biteqînin.”

Ji aliyekî din ve, rojnameya “Wall Street Journal” ji zarê berpirsên Amerîkî ragihand; Rûsya çeteyên Sûrî yên xwedî ezmûn di şerê bajaran de anîne ji bo beşdarî şerê li Ukraynayê bibin.

Biryar e îro Duşemê gera sêyemîn a danûstandinan di navbera Rûs û Ukrayna de bê kirin, lê hêviyên serkeftinê kêm in.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn ji bo her diyalogê, mercên pêşwext danine, ew jî qebûlkirina hemû daxwazên Moskoyê ji aliyê Kîevê ve ye, bi taybetî jî bêçekkirina Ukraynayê û divê ew welatekî bêalî be.

Li gorî Elysee, Putîn duhî di pêwendiyeke telefonî de bi Macron re tekez kir; ew ê li Ukraynayê bigihêje armancên xwe, eger bi danûstandinan an jî bi şer be.

Lê wî (Putin) tekez kir ku ti niyeta wî tune ku êrîşan li ser santralên nukleerî pêk bîne û got ku ew rêzê li standardên Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî digire.

Êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê ket roja 12emîn û Ajansa Nûçeyan a Ukraynayê ragihand; artêşa Rûsyayê li herêma Zaporizhzhia 6 bajarên mezin kontrol kirine.