Wezîrên Derve yên Rûsya û Ukraynayê li Antalyayê dicivin

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Derve yê Ukrayna Dmytro Kuleba dê li Antalyayê bicivin.

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Derve yê Ukrayna Dmytro Kuleba dê li Antalyayê bicivin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand ku roja 10ê Adarê li Antalyayê di çarçova Foruma Dîplomasiyê de ew dê li gel Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Derve yê Ukrayna Dmytro Kuleba civîneke sêalî encam bidin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu di konferanseke rojnamevanî de behsa rewşa Ukraynayê û dawî pêşhatan kir.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê ragihand armanca wan a sereke ew e ku şer rawestînin û eşkere kir: “Me 12 hezar hemwelatiyên xwe ji Ukraynayê vegerandine.”

Mevlut Çavuşoglu amaje bi hewldanên dîplomatîk ên ji bo rawestandina şer û çareserkirina pirsgirêkê kir û got: “Heta niha me gelek hewl da herdu aliyan bînin ba hev. Lavrov amadebûna xwe ji bo beşdarbûna civîna li Antalyayê diyar kir. Wezîrê Derve yê Ukraynayê Kuleba jî ragihand ku dê beşdar bibe.”