Encûmena Ewropayê daxwaza rawestandina şer dike

Serokê Encûmena Ewropayê Charles Michel ji Serokê Rûsyayê Vladimir Putin daxwaz kir ku operasyonên serbazî rawestîne.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Encûmena Ewropayê Charles Michel ji Serokê Rûsyayê Vladimir Putin daxwaz kir ku operasyonên serbazî rawestîne û bihêle alîkariyên mirovî bigihîjin xelkê zirardîtî.

Charles Michel îro duşemê bi rêya telefonê bo Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re kete pêwendiyê.

Di pêwendiyê de Serokê Encûmena Ewropayê Charles Michel daxwaz kir ku demildest operasyonên serbazî yên li Ukraynayê rawestin û alîkariyên mirovî bigihîjin kesên ku ji vî şerî zirar dîtine.

Charles Michel di vê çarçoveyê de di twîteke xwe de ragihand; Yekîtiya Ewropayê bi awayê herî tund, "dijminkariya Rûsyayê" bo ser Ukraynayê şermezar dike.

Michel herwiha diyar kiriye: “Di pêwendiya telefonî de me behsa pêkanîna parastina silametî û asayîşa saziyên atomî kir.”

Biryar e di çend rojên bê de Yekîtiya Ewropayê mijara wergirtina Ukraynayê bo yekîtiyê gotûbêj bike.