Li Rojavayê Kurdistanê 7 kesên din bi Koronayê ketin

Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser amarên nû yên pêketin û canjidestana bi vîrûsa Koronayê ragihand.

Nexweşxaneya Hesekê ya Covid-19
Nexweşxaneya Hesekê ya Covid-19

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser amarên nû yên pêketin û canjidestana bi vîrûsa Koronayê ragihand.

Li gor daxuyaniya Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser di 24 demjimêrên borî de 7 kesên din bi Koronayê (Covid-19) ketine, ku 1 kes li Hesekê, 1 kes li Qamişlo, 4 kes li Dêrikê û 1 kes li Reqayê ye.

Hat ragihandin ku di 24 demjimêrên borî de kesek jî ji vê nexweşiyê baş bûye.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 38489 kesan, ji wan jî 1564 kesan jî canê xwe ji dest dane û 2562 kes jî baş bûne.