Rûsyayê ji bo 5 bajaran agirbesta demkî ragihand

Agirbestê 07.00ê sibehê destpê kir.

Navenda Nûçeyan (K24) - Rûsyayê ragihand; ew ê li çend bajarên Ukrayna ji sibeha îro ve dest bi agirbestê bikin da ku derfetê bidin derxistina sivîlan bi rêya korîdorên mirovî. Agirbestê 07.00ê sibehê destpê kir.

Şaneya Wezareta Berevaniya Rûsya ya Karûbarên Mirovî li Ukrayna, di daxuyaniyekê de ragihand, Rûsya agirbestê ragihand û îro (08/03/2022) bi dema Moskow ji demjimêr 07.00 sibehê ve destpê kir.

Herwiha eşkere kir ku heta niha detshilata Ukraynayê garantiya karê korîdorên mirovî nekiriye û amaje bi wê yekê dike ku rewş li gelek bajarên Ukraynayê bilez têk diçe û gihiştiye asta karesata mirovî.

Li gor medyaya Rûsyayê, armanca rawestandina şer veguhastina sivîlan e li bajarên Kyiv, Xarkêv, Somî, Tşernîgov û Maryopol.

Moskowê ragihand ku ew ê desthilata Ukrayna bi rêyên nû yên veguhastina sivîlan agahdar bikin.

Rûsyayê duh jî ragihandibû, wan li çend cihan şer rawestand ji bo veguhastina sivîlan ji ber ku rewş gelekî xirab bûye û xwarin nema peyda dibe.

Lê Ukrayna red kir ku sivîl bi rêya wan deriyan bêne veguhastin ji ber ku 4 derî yên ji wan 6 deriyan ku Moskow pêşniyar kiribûn, diçine Rûsya yan jî Belarusê.