Duyem saziya atomî ya Ukraynayê hat bombebarankirin
Navenda lêkolîna atomî ya Xarkîvê ji ber bombebaranê ziyaneke mezin dîtiye.
Navenda Nûçeyan (K24) – Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî ragihand; li gor raportên ku gihiştine destê wan, navenda lêkolîna atomî ya Xarkîvê ji ber bombebaranê ziyaneke mezin dîtiye, lê belê ziyan negihiştine asta belavbûna tîrêjên atomî.
Ajansa AFP ragihand; rayedarên Ukraynayê eşkere kirine ku Peymangeha Xarkîv a Fîzîk û Teknolojiyê ji aliyê artêşa Rûsyayê ve hatiye bombebarankirin, lê belê asta tîrêjdana atomî li wê deverê zêde nebûye.
Herwiha ragihandiye ku Peymangeha Xarkîv a Fîzîk û Teknolojiyê peymangeheke lêkolînan e, ku madeyên atomî ji bo cîbicîkirina kelûpelên bijîşkî û pîşesazî berhem tîne.
Rêveberê Giştî yê Ajansa Navdewletî ya Atomî Rafael Mariano Grossi eşkere kir; çendîn pêgehên atomî yên Ukraynayê rûbirûyî metirsiyê bûne.
Çend roj in bajarê Xarkîvê rûbirûyî bombebaraneke tund a artêşa Rûsyayê bûye, ku duyem bajarê herî mezin ê Ukraynayê ye.