Zelensky: Şerê kolan bi kolan dê rûbide

Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky ji Amerîkayê daxwaz dike, li dijî şerê Rûsyayê bi awayekî aktîv piştevaniya wan bikin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky ji Amerîkayê daxwaz dike, li dijî şerê Rûsyayê bi awayekî aktîv piştevaniya wan bikin, ne tenê bi gotinan. Herwiha diyar dike: “Eger Rûs werin bajarên me, dê şerê kolan bi kolan dest rûbide, eger Rûsya Ukraynayê kontrol bike, şer dê dirêj bibe û dibe ku bigihîje Almanyayê jî.”

Volodimir Zelensky di gotûbêjeke rojnamevanî de ragihand: “Pirs ev e ku heta ku derê em dikarin berevaniyê bikin? Ev tenê bi me ve girêdayî nîne, lê em ber digrin. Eger ew werin bajarên me, dê şerê kolan bi kolan rûbide û em dest ji serxwebûna xwe bernadin. Îro şer li vir e, sibe li Lîtwanyayê û piştre li Polanda û li dû wê jî li Almanyayê. Amerîka dûr e, lê çend roj in hîs dikim ku Amerîka ji me re nêzîktir e.”

Zelensky dibêje: “Hûn Amerîkî çi dibêjin? Tenê ez dixwazim hûn hest bikin ku wateya azadiyê li cem me çi ye. Çimkî Amerîkî bi awayekî berdewam behsa azadiyê dikin û dizanin wateya wê çi ye. Niha tu dema li Ukrayniyan dinêrî, ez bawer im fêm dikî ku çi wateya wê ji bo me heye.”