Di salekê de 193 jin li Sûriyê hatin kuştin
Navenda Nûçeyan (K24) – Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan îro Sêşemê ragihand, di sala 2021an de 193 jin li seranserî Sûriyê di kiryarên tundûtûjiyê de hatin kuştin.
Di dema ku îro jin li seranserî cîhanê bi boneya 8ê Adarê, Roja Cîhanî ya Jinan çalakiyan birêk dixe û balê dikişîne ser rewşa xebata xwe ya ji bo bidestxistina mafên xwe, jinên Sûriyê di rewşeke siyas, ewlehî, civakî û aborî ya xirab re derbas dibin.
Di vê derbarê de Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan îro bi boneya Roja Cîhanî ya Jinan di raportekê de ragihand, ji destpêka kirîza Sûriyê û heta îro zêdetir ji 155 hezar jin ji aliyê hikumeta Sûriyê ve hatin girtin.
Diyar kir jî, tenê di sala 2021ê de li seranserî Sûriyê 193 jin di şert û mercên cuda yên kiryarên tundûtûjiyê de hatine kuştin.
Têkçûna rewşa Sûriyê li ser hemû astan, ji bilî rewşa hejarî, koçberî û derbiderî û derketina bîr û baweriyên kevneşop û paşverû, rê li ber pêşketina jinan, bidestxistina mafên xwe û beşdarnebûna wan di proseya dîdtina çareseriyeke siyasî ya aştiyane ji wî welatî re girt.