Efrîn.. Çekdarên ser bi Tirkiyê ve 3 kes revandin
Çekdarên opozîsyona Sûriyê yên bi artêşa Tirkiyê re herêma Efrînê dagîr kirine, 3 kes revandin ku di nava wan de jinek û kurê wê hene
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Efrînê hîn jî revandina welatiyên Kurd berdewam e, bi mebesta astengkirina jiyana wan û neçarkirina wan ku koçber bibin û demografiya herêmê biguhêrin.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, çekdarên grûpa Polîsa Leşkerî roja 1ê Adarê li bajarê Efrînê jina bi navê Hêvîn Tarî revand û heta niha çarenivîsa wê ne diyar e.
Wê rêxistinê diyar kir jî, heman grûpa çekdar roja 7ê Adarê jî kurê Hêvîn Tarê yê 19 salî Mihemed Nasan revand.
Amaje bi wê jî da, pêştir jî Hêvîn Tarî çend caran ji aliyê çekdarên ser bi Tirkiyê hatibû revandin û piştî standina fidyê ji malbata wê, ew berdabûn.
Rêxistina Mafên Mirovan ragihand jî, li bajarê Ezazê jî grûpa Polîsa Azad roja 7ê Adarê welatiyê Kurd ê ji Efrînê Arif Hemdoş li rêbendeke Ezazê revandin.
Çalakvanên Efrînê dibêjin, grûpên çekdaran bi armanca standina pere, fidye û bacan ji Kurdên Efrînê, wan hemûyan bi pêwendiya bi Rêveberiya Xweser re tometbar dikin.