Serok Barzanî pêşwazî li şanda Wezareta Derve ya Amerîkayê kir

Rewşa Iraqê û pêşhatên siyasî yên dawî û proseya siyasî û çareseriyên ji bo derbasbûna gefan û parastina aramiyê guftûgo kirin.

Hewlêr (K24) - Serok Mesûd Barzanî îro çarşemê 9ê Adara 2022yan li Selahedîn pêşwaziya şandeke Wezareta Derve ya Amerîkayê kir.

Şanda Amerîkî ji Cîgira Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka Jennifer Gavito û Balyozê Amerîka li Iraqê Matthew Tueller û Konsolê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê Robert Palladino û herwiha hejmarek ji şêwirmendên serbazî û siyasî pêk hatibûn.

Di hevdîtinê de rewşa Iraqê û pêşhatên siyasî yên dawî û proseya siyasî û çareseriyên ji bo derbasbûna gefan û parastina aramiyê guftûgo kirin.

Her di vê civînê de tekezî li ser hemahengî û karê hevbeş ê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên Iraqê di şerê terorê de kirin.

Di beşeke din a hevdîtinê de şanda mêvan dûpat kir ku Amerîka gelek girîngiyê bi pêgeh û aramiya Herêma Kurdistanê dide.

Rewşa Sûriyê û pêşhatên meydanî yên rûbirûbûna terorê li wî welatî mijarên din ên vê civînê bûn.

Serok Barzanî pêşwazî li şanda Wezareta Derve ya Amerîkayê kir