Li Zaxo dest bi ser 40 kîlogram madeyên hişber de hat girtin
Rêveberê Asayîşa Deriyên Sînorî Ebdulwehab Mihemed ragihand; li Zaxoyê dest bi ser 40 kîlogram madeyên hişber de hat girtin, ku dixwestin derbasî Tirkiyê bikin.
Zaxo (K24) – Rêveberê Asayîşa Deriyên Sînorî Ebdulwehab Mihemed ragihand; li Zaxoyê dest bi ser 40 kîlogram madeyên hişber de hat girtin, ku dixwestin derbasî Tirkiyê bikin.
Ebdulwehab Mihemed ragihand; dest bi ser 40 kîlogram madeyên hişber ên ji cûreya tîlyak de li navçeya Zaxo hat girtin.
Rêveberê Asayîşa Deriyên Sînorî Ebdulwehab Mihemed herwiha eşkere kir; 40 kîlogram madeyên hişber ji Îranê bo Zaxoyê hatine anîn û dixwestin derbasî Tirkiyê bikin, li ser vê dosyeyê tohmetbarek hat desteserkirin û du tohmetbarên din jî ber bi Îran û Tirkiyê reviyan.