Moskow: Pêşveçûnên me didomin

Berdevkê Wezareta Berevanî ya Rûsyayê eşkere kir; heta niha 2911 baregeh û pêgehên serbazî yên Ukraynayê kirine armanc.

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Wezareta Berevanî ya Rûsyayê eşkere kir; heta niha 2911 baregeh û pêgehên serbazî yên Ukraynayê kirine armanc û têk birine.

Îgor Koneşînkov, Berdevkê Wezareta Berevanî yê Rûsyayê ragihand: “Operasyonên me bo ser jêrxana serbazî ya Ukraynayê berdewam e.”

Koneşînkov diyar kir: “Bi giştî heta niha 2911 baregeh û pêgehên serbazî yên Ukraynayê bûne armanc û hatine têkbirin.”

Berdevkê Wezareta Berevanî ya Rûsyayê herwiha eşkere kir: “Pêşveçûnên me berdewam in, ez dikarim wê yekê hî ragihînim ku hêzên me karîn bi temamî bajarê Mariupol kontrol bikin.”

Îro du hefte di ser êrîşên Rûsyayê bo ser Ukraynayê re derbas bûn, zêdetirî milyonek welatiyên Ukraynî awareyî welatên rojava bûn, ji bilî wê, bi hezaran serbazên her du aliyan di şer de hatin kuştin û şer jî berdewam e.