Zelensky: Tiştê rûdide komkujiya Ukrayniyan e
Serokê Ukraynayê Moskow bi tawana şer tohmetbar kir.
Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî ku firokeyeke şer a Rûsyayê nexweşxaneyeke jidayîkbûnê ya li bajarê Mariupol kire armanc, Serokê Ukraynayê Moskow bi tawana şer tohmetbar kir, ku bû sedema birîndarbûna 17 kesan.
Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky ragihand; avêtina bombeyê bo ser nexweşxaneya jidayîkbûnê, belgeya wê yekê te ku tiştê rûdide komkujiya Ukrayniyan e.
Volodimir Zelensky ragihand; Ewropî nikarin bibêjin tiştê li Mariupol bi ser Ukrayniyan de hat, nedîtine. Herwiha dibêje: “We dît û hûn baş dizanin.”
Zelensky diyar dike: “Divê sizayên li dijî Rûsyayê bihêztir bikin, da ku ti car derfeta wê yekê pêk neyê ku ev komkujî berdewam bibe, divê zextê li Rûsyayê bikin, da ku li ser maseya gotûbêjan rûnin û dawî li vî şerê wêranker bînin.”
Li aliyê din, Brîtanya ragihand; hêzên Rûsyayê pêşveçûneke kêm li Kîeva paytexta Ukraynayê kirine.
Wezareta Berevanî ya Brîtanyayê bi daxuyaniyekê ragihand; li bakurê rojavayê Kîevê, Rûsya rûbirûyî astengiyê bûne û pêşveçûnên wan sînordar in.
Herwiha di daxuyaniyê Wezareta Berevanî ya Brîtanyayê de hatiye diyarkirin ku di rojên borî de liv û tevgerên firokeyên şer ên Rûsyayê gelek kêm bûne.