DAIŞê li şûna El Qureyşî kesekî din diyar kir

Rêxistina DAIŞê kuştina xelîfeyê xwe yê bi navê Ebû Îbrahîm El Haşimî El Qureyşî piştrast kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina DAIŞê kuştina xelîfeyê xwe yê bi navê Ebû Îbrahîm El Haşimî El Qureyşî piştrast kir û ji bo rêxistinê xelîfeyekî nû diyar kir.

Serkirdeyê DAIŞê Ebû Îbrahîm El Haşimî El Qureyşî 2yê Sibata 2022yan di operasyoneke taybet de li bajarokê Etma yê Idlibê ji aliyê hêzên Amerîkayê ve hatibû kuştin.

Li gor nûçeya ajansa AA, Berdevkê Rêxistina DAIŞê Ebû Omer El Muhacîr bi rêya Telegramê kuştina El Qureyşî ragihand.

Berdevkê Rêxistina DAIŞê diyar kiriye ku kesekî bi nasnavê Ebû Hesen El Haşimî El Qureyşî weke xelîfeyê nû wê rêxistinê hatiye diyarkirin.

Sibeha roja Pêncşemê hêzên Amerîkayê gihîştin wî cihî ku Xelîfeyê DAIŞê xwe lê veşartibû, ew dorpêç kirin û daxwaz jê kirin ku xwe radest bike, lêbelê xelîfe ne şer kir û ne jî xwe radest kir û bi teqînekê, xwe û endamên malbata xwe kuşt.