Wezîrê Pêşmerge û Wezîrê Berevanî yê Iraqê civiyan

"Parastina asayîş û seqamgîriya Herêma Kurdistanê û Iraq û navçeyê gotûbêj kirin."

Hewlêr (K24) – Wezareta Pêşmerge ragihand; Wezîrê Pêşmerge ligel Wezîrê Berevanî yê Iraqê li ser hemahengiyên navbera herdu wezaretan û mijara fakulteyên serbazî civiya.

Di daxuyaniya Wezareta Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê de hatiye eşkere kirin; di civînê de Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl ligel Wezîrê Berevanî yê Iraqê Cume Înad proseya fakulteyên serbazî û pêşvebirina asta zanistî ya wan navendên serbazî û encamdana rahênana hevbeş a Pêşmerge û artêşa Iraqê bi hev re, gotûbêj kirin.

Wezareta Pêşmerge diyar kir; ji bo parastina asayîş û seqamgîriya Herêma Kurdistanê û Iraq û navçeyê, her du aliyan tekezî li ser bihêzkirina zêdetir a hemahengiyên navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê kirin.