Ukrayna – Sivîlên bajarê Lvîv çêkirina molotovan fêr dibin

Welatiyên Ukrayna yên ku dixwazin li dijî êrîşên Rûsyayê berevaniya xwe bikin, li bajarê Lvîv çêkirina molotovan hîn dibin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Welatiyên Ukrayna yên ku dixwazin li dijî êrîşên Rûsyayê berevaniya xwe bikin, li bajarê Lvîv çêkirina molotovan hîn dibin.

Di waneyên hînkirinê de ku li ser banê hola sînemayeke bajêr birêve diçe, piştî dayîna zanyariyên teorî, hemû gavên çêkirina molotov bi awayekî pratîk tê fêkirin.

Rahêner Andrew Yorodko diyar kiriye ku divê welatiyên Ukraynî berevaniya xwe bikin û dibêje: “Em li vir kesên dixwazin fêr bibin, hînî teknîkên şerkirin û bikaranîna çekan dikin, eger şer bigihîje bajarê me, divê em bizanin çi pêwîst e ku em bikin.”

Wêne: AFP
Wêne: AFP