Washington pakêta alîkariya ji bo Ukraynayê pesend kir

Bi 361 dengên "Belê" û 69 dengên "Na" hat pesendkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Nûneran a Amerîkayê pakêta alîkariya bi qasî 13.6 milyar Dolar ji bo Ukraynayê pesend kir.

Di rûniştina Encûmena Nûneran a Amerîkayê de projeyasaya budceyê bi qasî 1,4 trîlyon Dolar ku pakêta alîkariya bo Ukraynayê li xwe digre û heta 30ê Îlonê pere ji bo hikûmetê dabîn dike, bi 361 dengên "Belê" û 69 dengên "Na" hat pesendkirin.

Di pakêta alîkariyê de ku bi qasî 13.6 milyar Dolar ji bo Ukraynayê hatiye xwestin, birgeyên alîkariyên serbazî û piştevaniya ji penaberan ku neçar bûne birevin derveyî Ukraynayê, li xwe digre.

Li aliyê din, projeyasaya qedexeya hawirdekirina petrol û enerjiyê ji Rûsyayê ve ji ber êrîşên wê bo ser Ukraynayê, bi 414 dengên "Belê" û 17 dengên "Na", hat pesendkirin.

Encûmena Nûneran a Amerîkayê, wêne: Reuters