NY hejmara welatiyên ji Ukraynayê derketine eşkere kir

Ji destpêka êrîşa Rûsya bo ser Ukraynayê heta niha bêhtir ji 2 milyon û 500 hezar kes ji xelkê Ukraynayê koçberî welatên derve bûne.

Navenda Nûçeyan (K24) - Komisyona Bilind a Penaberan a ser bi Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) ragihand; ji destpêka êrîşa Rûsya bo ser Ukraynayê ku 24ê Sibata borî destpê kiribû, heta niha bêhtir ji 2 milyon û 500 hezar kes ji xelkê Ukraynayê koçberî welatên derve bûne.

UNHCR ragihand 2 milyon û 504 hezarû 893 kes ji 24ê meha borî ve ji Ukraynayê koçberî welatên din bûne.

Rêxistina Koçê ya Navdewletî ser bi Neteweyên Yekbûyî (IOM) dibêje; 116 hezar kes ji wan koçberan xelkê welatên sêyem in , li Ukraynayê bûn û niha ji wir derketine.

Berpirsên Ukrayna û Neteweyên Yekbûyî dibêjin, ji ber topbaran, bordûman û pêşketina artêşa Rûsyayê, di rojên pêş de hejmara koçberan dê zêdetir bibe.

Derbarê kesên  ku li nava Ukraynayê derbider bûne, Neteweyên Yekbûyî dibêje nêzîkî 1.85 milyon kes ji xelkê Ukraynayê derbider bûne.

Hejmara koçber û derbiderê Ukraynayê wiha ye; 2 milyon û 504 hezar û 893 koçber, 1.85 milyon aware.

Koçberên Ukraynî yên li welatên cîran belav bûne; Poland: 1 milyon û 524 hezar û 903, Macaristan: 225 hezar û 46, Slovakya: 176 hezar û 92, Welatên din ên Ewropayê: 282 hezar û 497, Rûsya: 105 hezar 897, Moldova:104 hezar û 929, Romanya: 84 hezar û 671, Belarûs: 858.