Rûsya hişyarî dide welatên cîhanê
"Îhtîmala wê yekê heye ku ji ber sizayên aborî yên ser Rûsyayê, Wêstgeha Esmanî ya Navdewletî bikeve xwarê."
Navenda Nûçeyan (K24) – Rûsya hişyarî dide welatên cîhanê û dibêje; îhtîmala wê yekê heye ku ji ber sizayên aborî yên ser Rûsyayê, Wêstgeha Esmanî ya Navdewletî bikeve xwarê.
Serokê Ajansa Esmanî ya Roscosmos a Rûsî Dmitry Rogozin hişyarî dide welatan, ji ber sizayên aborî yên rojava, dibe ku bibe sedema ketina xwarê ya Wêstgeha Esmanî ya Navdewletî ISS.
Li gor gotinên Dmitry Rogozin, sizayên ser Rûsyayê dibe ku karê keştiyên Rûsî têk bide ku xizmeta Wêstgeha Esmanî ya Navdewletî dikin, di encamê de beşa Rûsî ya li wêstgehê ku bi temamî kar nake, dibe ku bibe sedema wê yekê ku wêstgeha 500 ton, "bikeve nav deryayê an ser erd".
Wêstgeha Esmanî ya Navdewletî wêstgeheke esmanî ya moduler e û projeyek hevbeş a pir netewe ye, ku pênc ajansên esmanî di projeyê de beşdar in; NASA, Roscosmos, JAXA, ESA, CSA.