Artêşa Rûsyayê nêzîkî Kîevê dibe
Artêşa Rûsyayê ber bi Kîeva paytexta Ukraynayê pêşve diçin û rewşa bajêr dijwartir bûye.
Kîev (K24) – Artêşa Rûsyayê ber bi Kîeva paytexta Ukraynayê pêşve diçin û rewşa bajêr dijwartir bûye.
Peyamnêra K24ê Aware Hewramî ji Kîevê ragihand: “Rewşa Kîevê dijwartir bûye, zengilê agahdarkirinê têne lêdan, sirûda netewî tê lêdan, li dêrên bajêr dua ji bo parastina serbaz û welatiyan tê kirin.”
Peyamnêra me eşkere kir: “Niha topbaran û bombebarana Rûsyayê bo ser navçeya Îrpîn dest pê kiriye, hêzên Rûsyayê tenê 10 kîlometre ji bajarê Kîevê dûr in, ji sê aliyan ve bajêr hatiye dorpêçkirin.”
Herwiha ragihand: “Dengê topbaranan her ku diçe li nava bajarê Kîevê nêzîktir dibe û liv û tevgerên serbazî li nava bajêr zêdetir bûne, eger nekaribin li sînoran rêgirî li artêşa Rûsyayê bikin, dibe ku di çend demjimêrên bê de bigihin nava paytext û şerê kolan bi kolan dest pê bike.”
Aware Hewramî eşkere kir: “Yekane rêya silametiyê ji bo derbasbûna nişteciyên Kîevê, demên metroyan e, hinek kes jî bi otomobîlên xwe ber bi bajarê Lviv diçin, lê dibe ku piştî çend demjimêran ew derî jî werin girtin.”