Nêçîrvan Barzanî ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyê civiya
Rewşa siyasî ya Iraqê, pêwendiyên Hewlêr – Bexdayê, pêşvebirina pêwendiyên Tirkiyê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.
Hewlêr (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro şemiyê 12ê Adara 2022yan li Tirkiyê di çarçoveya Foruma Dîplomasî ya Antalyayê de ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu civiya.
Di civînê de rewşa siyasî ya Iraqê, pêwendiyên Hewlêr – Bexdayê, pêşvebirina pêwendiyên Tirkiyê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê, geşedanên herî dawî yên şer û rewşa Ukraynayê û rewşa navçeyê sbi giştî, hatin gotûbêjkirin.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu spasiya beşdarbûna Nêçîrvan Barzanî di Foruma Dîplomasî ya Antalyayê de kir û tekez kir ku Tirkiye bi girîngî ve li pêwendiyên xwe yên ligel Iraq û Herêma Kurdistanê û rewşa siyasî ya Iraqê dinêrin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî destxweşî li Tirkiyê kir ji bo hewldanên wê û anîna cem hev a her du wezîrên Rûsya û Ukraynayê, herwiha hêvî xwest ku dawî li aloziyê were û aştî û asayîşa navdewletî ji vê qeyrana dijwar derbas bibe û qurbaniyên zêdetir dernekevin holê.
Derbarê rewşa Iraqê de jî, Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser xwesteka Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina kêşeyan ligel hikûmeta federal a Iraqê li ser bingeha destûrê, kir.