Li Herêma Kurdistanê amarên pêketin û mirina bi Koronayê kêm bûne

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 81 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 81 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ji wan 26 kes li Hewlêrê, 21 kes li Silêmaniyê, 30 kes li Duhokê û 4 kes li Raperînê ne.

Diyar kir jî di nav 24 demjimêran de ti kesan canê xwe ji dest nedane. Herwiha 306 kes jî ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Amarên giştî:

Pêketin: 434882 kes

Mirin: 7408 kes

Başbûn: 423471 kes

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.