Zelensky hejmara leşkerên Ukraynî yên hatin kuştin ragihand

Êrîşa Rûsya li ser Ukraynayê di roja 17emîn de berdewam dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Di roja 17emîn de Serokê Ukraynayê aşkere dike, heta niha 1300 leşkerên welatê wî di êrîşên Rûsyayê de hatine kuştin.

Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky di konferanseke rojnamevanî de ragihand, zêdetir ji 1300 leşkerên Ukraynayê di rûbirûbûna êrîşa Rûsyayê hatine kuştin.

Ji dema destpêkirina êrîşa Rûsya li ser Ukraynayê de, ev cara yekem e bi fermî hejmara leşkerên wî welatî yên hatine kuştin, tê ragihandin.

Pêştir Rûsyayê jî ragihandibû, 500 leşkerên wê di operasyona li Ukraynayê de hatine kuştin, lê Ajansa Îstixbarata Navendî ya Amerîkî (CIA) texmîn dike, di navbera 2 û 4 hezar leşkerên Rûsî hatine kuştin.

Ev yek di demekê de ye, Peyamnêra K24ê Aware Hewramî ji Kîevê ragihand: “Rewşa Kîevê dijwartir bûye, zengilê agahdarkirinê têne lêdan, sirûda netewî tê lêdan, li dêrên bajêr dua ji bo parastina serbaz û welatiyan tê kirin.”

Peyamnêra me eşkere kir: “Niha topbaran û bombebarana Rûsyayê bo ser navçeya Îrpîn dest pê kiriye, hêzên Rûsyayê tenê 10 kîlometroyan ji bajarê Kîevê dûr in, ji sê aliyan ve bajêr hatiye dorpêçkirin.”