Bafil Talebanî: Parastina ewlehiya Hewlêrê û selametiya giyanê xelkê bi erkê xwe dizanin
Navenda Nûçeyan (K24) – Bafil Talebanî êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêrê şermezar dike û tekez dike, dubarebûna van êrîşan cihê nîgeraniyê ne û amajeyeke zelal e ji bo têkdana aramiya Herêma Kurdistanê.
Bafil Talebanî di daxuyaniyekê de êrîşa mûşekî ya berbanga îro 13/3/2022an li ser Hewlêrê şermezar kir û ragihand, “Mixabin careke din aramî û ewlehiya Herêma Kurdistanê hatin armanckirin û bajarê Hewlêrê yê xweşewîst rûbirûyî êrîşeke teroristî bû. Bi tundî vê êrîşê şermezar dikim û hêviya selametiyê ji xelkê Hewlêra xweşewîst re dixwazim.”
Di daxuyaniyê de hat got: “Dubarebûna van êrîşan, cihê nîgeraniyê ne û amajeyeke zelal e ji bo têkdana aramiya Herêma Kurdistanê. Erkê me hemûyan e bi hev re parastina xak û xelkê xwe bikin û rûbirûyî astengiyan bibin.”
Herwiha got: “Parastina ewlehiya Hewlêrê û selametiya giyanê xelkê bi erkê xwe dizanin. Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê amade ye her piştevanî û hevkariyekê ji bo dîtina tawanbar û encamderên vê êrîşa teroristî bike.”