Nêçîrvan Barzanî: Bi tundî êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêrê şermezar dikin

Nêçîrvan Barzanî: Rûbirûbûna kêş û metirsiyan yekrêzî û karê bi hev re yê hemû aliyên Kurdistanê û pêkhateyên wê dixwaze.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de êrîşa li ser Hewlêrê şermezar kir û ragihand, Aramncgirtina Hewlêrê bi vî awayî û dubarebûna wê, pêşhateke tirsnak e û binpêkirineke aramî, ewlehî û serweriya Iraqê ye.

Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de got: “Gelekî bi tundî ew êrîşa mûşekî şermezar dikin ku derengê şeva borî bi awayekî tirsonek bi bêyî ti bihaneyekê xelk, aramî û ewlehiya Hewlêr Paytexta Herêma Kurdistanê kir armanc.”

Herwiha got: “Spas ji Xwedêyê mezin re ku ti ziyaneke canî jê derneket. Em hevsoziya xwe ji welatiyên hêja yên Hewlêrê re radigihînin ku di bin siya nîgeranî û bendewariyê de demeke dijwar derbas kirin. Rûbirûbûna kêşe, gef û metirsiyan tebayî, yekrêzî û karê pêkveyî yê hemû aliyên Kurdistanê û pêkhateyên wê dixwaze.”

Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir: “Aramncgirtina Hewlêrê bi vî awayî û dubarebûna wê, pêşhateke tirsnak e û binpêkirineke aramî, ewlehî û serweriya Iraqê ye û ji bilî ji alozkirina rewşê û ziyangihandinê I niha û pêşeroja tevahiya Iraqê, ti armanceke din a wê nîne.”

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de ragihand: “Daxwazê ji Hikûmeta Iraqa Federal û civaka navdewletî diki bi cidî li ser vê destdirêjiyê rawestin û her hewlekê bidin ta careke din rê neyê dayîn bêrêzî li ser serwerî û aramiya welatiyan bê kirin.”