Komeleya Rojnamevanên Nûjen li Tirkiye êrîşa li ser Hewlêrê şermezar kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Komeleya Rojnamevanên Nûjen li Tirkiye (ÇGD) bi tundî êrîşa li ser Hewlêrê û saziya Kurdistan24ê şermezar kir û hêviya selametiyê ji xebatkarên Kurdistan24ê re xwast.

Îro 13/3/2022an demjimêr 1 piştî nîvê şevê, hejmarek ji mûşekan li hin navçeyên Hewlêrê û nêzîk avahiya sereke ya saziya Kurdistan24ê ketin xwarê û di encamê de ziyanên madî derketin.

Di vê derbarê de, Komeleya Rojnamevanên Nûjen li Tirkiye (ÇGD) peyama xwe bi Kurdî belav kir û wiha nivîsî: “Yek ji armanca êrîşên mûşekî ku îro saet 01:06an de li ser Paytexta Rêveberiya Herêma Kurdistanê Hewlêrê pêk hatî Kurdistan24 bû. Ji kî û ji ku derê hatibe bila bê em van êrîşan bu tundî şermezar dikin û peyama xwe ya derbasbûyîn û silametiyê arasteyî xebatkarên Kurdistan24 dikin.”