Helbûsî: Êrîşa li ser Hewlêrê, armancgirtin û destdirêjiya li ser serweriya Iraq e

Serokê Encûmena Nûneran a Iraqê Mihemed Helbûsî êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêrê şermezar dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Encûmena Nûneran a Iraqê Mihemed Helbûsî di peyamekê de êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêrê şermezar kir û ragihand, êrîşa li ser Hewlêrê, armancgirtin û destdirêjiya li ser serweriya Iraq û ewlehiya tevahiya welatiyan e.

Serokê Encûmena Nûneran a Iraqê Mihemed Helbûsî li Twittera xwe nivîsî: “Êrîşa li ser Hewlêrê, armancgirtin û destdirêjiya li ser serweriya Iraq û ewlehiya tevahiya welatiyan e.”

Helbûsî di peyama de tekez kir, ev êrîş cihê şermezarkirinê ye û ji bo rêgirtin û rûbirûbûna wê jî, pêwîstî bi helwesteke niştimanî ya yekgirtî û tund heye.