Parlemantoya Kurdistanê: Vîna gelê Kurdistanê bi vê kiryara teroristî ya tirsonek naheje
Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamentoya Kurdistanê êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêrê bi tundî şermezar kir û ragihand, Vîna gelê Kurdistanê ji bo pêşkeftin, pêkvejiyan û aramiya Herêma Kurdistanê gelekî ji wê bihêztir e bi vê kiryara teroristî ya tirsonek biheje.”
Parlamentoya Kurdistanê di peyamekê de ragihand, ” Parlamentoya Kurdistanê gelekî bi tundî ew êrîşa mûşekî ya tirsonek şermezar dikin ku şeva borî bê ti bihaneyekê li ser Hewlêr Paytexta Herêma Kurdistanê hatiye kirin. Spas ji Xwedêyê mezin re ku ti ziyaneke canî jê derneketiye.”
Di daxuyaniyê de hat got: “Em di demekê de ku nîgeranî û hevsoziya xwe bo welatiyên xweşewîst ên bajarê Hewlêrê nîşan didin, di heman demê de daxwaz ji Hikûmeta Iraqê û civaka navdewletî dikin, karê cidî li ser vê destdirêjî û êrîşê bikin û hewlên xwe yên cidî bidin ji bo êdî rê neyê dayîn ku destdirîjî li ser serweriya welat û ewlehî û aramiya welatiyan bê kirin.”
Parlamentoya Kurdistanê dibêje: “Vîna gelê Kurdistanê ji bo pêşkeftin, pêkvejiyan û aramiya Herêma Kurdistanê gelekî ji wê bihêztir e bi vê kiryara teroristî ya tirsonek biheje.”