Sertaç Bucak êrîşa li ser Hewlêrê bi tundî şermezar kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Platforma Demokratên Kurd (PDK-Bakur) Sertaç Bucak erîşa terorîstî ya li ser parêzgeha Hewlêrê bi tundî şermezar kir.
Serokê PDK-Bakur Sertaç Bucak derbarê êrîşa berbanga îro ya li ser Hewlêr û Kurdistan24ê de peyamek li Twittera xwe belav kir û ew êrîş bi tundî şermezar kir û piştgîriya xwe ji bo gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan da.
Îro 13/3/2022an demjimêr 1 piştî nîvê şevê, hejmarek ji mûşekan li nêzîk avahiya sereke ya saziya Kurdistan24ê ketin xwarê û di encamê de ziyaneke mezin gihîşt avahî, amêr û kelûpelên saziyê.