Serok Barzanî û Sedir li ser avakirina komîteyeke şopandina rastiya êrîşa Hewlêrê li hev kirin
Serok Mesûd Barzanî û Muqteda Sedir gotûbêj derbarê êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêrê de kirin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêberê Tevgera Sedirê Muqteda Sedir di pêwendiyeke telefonî ligel Serok Mesûd Barzanî de, gotûbêj derbarê êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêrê de kirin.
Serok Mesûd Barzanî îro 13ê Adara 2022an, pêwendiyeke telefonî ji Rêberê Tevgera Sedirê Muqteda Sedir wergirt.
Di wê pêwendiya telefonî de, gotûbêj derbarê êrîşa mûşekî ya berbanga îro li ser Hewlêrê de hatin kirin û her du alî li ser wê li hev kirin ku komîteyeke lêkolîna rastiyan derbarê îdiayên Îranê yên armanckirina baregehên Îsraîlê li Hewlêrê pêk bînin.
Îro 13/3/2022an demjimêr 1 piştî nîvê şevê, hejmarek ji mûşekan li nêzîk avahiya sereke ya saziya Kurdistan24ê ketin xwarê û di encamê de ziyaneke mezin gihîşt avahî, amêr û kelûpelên saziyê.
Supaya Pasdaran a Îranê bi daxuyaniyekê ragihand; wan navendeke stratejîk a Îsraîlê bi mûşekên balîstîk kiriye armanc.