Fransa: Ev êrîş gotûbêjên Viyenayê têk dibin

"Gefê li seqamgîriya Iraq û Herêma Kurdistanê dixwe."

Hewlêr (K24) – Piştî êrîşa mûşekî ku bi ser saziya medyayî ya Kurdistan24ê û çend cihên din ên sivîl ên Hewlêrê de hat kirin, Wezareta Derve ya Fransayê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Fransayê de hat diyarkirin; Parîs bi awayê herî tund êrîşa mûşekên balîstîk a duh bi şev a li ser Hewlêrê şermezar dike.

Wezareta Derve ya Fransayê eşkere kir; ev êrîşa ku Supaya Pasdaran a Komara Îslamî ya Îranê li ser xwe girt, gefê li seqamgîriya Iraq û Herêma Kurdistanê dixwe.

Parîs li ser êrîşa mûşekî ya bi ser saziya Kurdistan24 û çend deverên din ên Hewlêra paytext eşkere dike; Fransa tekezî li daxwaza xwe ya ji bo serweriya Iraqê û di vê çarçoveyê de jî ji bo seqamgîriya Herêma Kurdistanê dike.

Daxuya Wezareta Derve ya Fransayê destnîşan dike ku ev cûre kiryar hemû hewldanên ji bo vegera peymana Viyenayê ya li ser bernameya atomî ya Îranê têk dibe, ku Îran tê de beşdar e, gelek girîng e ku lez were kirin di dawîanîna van gotûbêjan de ku bûye salekê dest pê kiriye, herwiha dawî li van kiryarên neberpirsyarî û bizdandinê were anîn.