Mesrûr Barzanî bo karmendên Kurdistan24ê: Ez şanaziyê bi we dikim
Ez şanaziyê bi we dikim ji ber ku we çok nedanî û weşana xwe berdewam kir
Hewlêr (K24) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana cihên ku ji ber êrîşa terorîstî ya şeva borî zirar dîtine, kir û di serdanê de ragihand: “Ez bi we şanazî dikim, ji ber ku we çok dananî û hûn di weşana xwe de berdewam bûn, destê we sax be.”
Îro yekşemê 13ê Adara 2022yan, Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo dîtina silametiya rojnamevan û karmendên saziyê, serdana Kurdistan24ê kir, ku di encama êrîşê de zirar gihîştin saziyê.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di axaftina xwe de spasiya karmendên kanalê kir û got: “Ez destxweşiyê li we dikim, duh min temaşe dikir, ku min dît bername ranewestiyan û hûn hemû vegeriyan ser îş û karên xwe, ev cihê destxweşiyê ye û tiştê girîng ew e ku serê we bi silamet be û hûn bi silamet bin.”
Mesrûr Barzanî diyar kir: “Ez şanaziyê bi we dikim, ji ber ku we çok nedanî û hûn di weşana xwe de berdewam bûn, destê we sax be.”
Demjimêr 01:00ê şeva borî, Supaya Pasdaran a Îranê êrîşeke mûşekî bi 12 mûşekên balîstîk li ser bajarê Hewlêrê û saziya Kurdistan24ê û çend cihên din ên sivîl kir.
Vê êrîşê li asta navxwe û Iraq û navdewletî karvedanên mezin li pey xwe anî û rastî pêleke şermezarkirinê hat.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de daxwaz kir ku Neteweyên Yekbûyî, civaka navdewletî, Komkara Erebî û Iraq ji bo rêlibergirtina berdewamiya êrîşên bi vî rengî, dengê xwe bilind bikin.
Herêma Kurdistanê eşkere dike ku ti baregeh û navendeke Îsraîlê li Hewlêrê tune ye û hinceta Supaya Pasdaran, weke bahaneyek ji bo êrîşa xwe ya terorîstî bi kar tîne.