Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî serdana Hewlêrê dike
Serokwezîrê Iraqa Federal Mistafa Kazimî îro bi serokatiya şandeke bilind digihe Hewlêrê
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqa Federal Mistafa Kazimî îro 14ê Adara 2022an, bi serokatiya şandeke bilind digihe Hewlêrê û ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve pêşwazî lê tê kirin.
Şanda bi Kazimî re, ji Wezîrê Navxwe Osman Xanimî, Wezîrê Berevaniyê Cuma Inad û Şêwirmendê Encûmena Niştimanî pêk hatiye û bi awayekî cuda ligel berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê dice.
Biryar e Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û şanda pê re, serdana cihên ku ketine ber êrîşa teroristî ya duhî li ser Hewlêrê bikin.
Ev serdan piştî wê tê, duhî berbangê 12 mûşekên Ballistic li navçeyên Hewlêrê û nêzîkî avahiya sereke ya Kurdistan24ê ketin û di encamê de du kes birîndar bûn û ziyanên madî yên mezin derketin. Supaya Pasdarên Îranê jî ew êrîş girte ser xwe.