Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî serdana Hewlêrê dike

Serokwezîrê Iraqa Federal Mistafa Kazimî îro bi serokatiya şandeke bilind digihe Hewlêrê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê pêşwazî li Serokwezîrê Iraqê Mistafa Kazimî dike - Wêne: Arşîv
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê pêşwazî li Serokwezîrê Iraqê Mistafa Kazimî dike - Wêne: Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqa Federal Mistafa Kazimî îro 14ê Adara 2022an, bi serokatiya şandeke bilind digihe Hewlêrê û ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve pêşwazî lê tê kirin.

Şanda bi Kazimî re, ji Wezîrê Navxwe Osman Xanimî, Wezîrê Berevaniyê Cuma Inad û Şêwirmendê Encûmena Niştimanî pêk hatiye û bi awayekî cuda ligel berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê dice.

Biryar e Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û şanda pê re, serdana cihên ku ketine ber êrîşa teroristî ya duhî li ser Hewlêrê bikin.

Ev serdan piştî wê tê, duhî berbangê 12 mûşekên Ballistic li navçeyên Hewlêrê û nêzîkî avahiya sereke ya Kurdistan24ê ketin û di encamê de du kes birîndar bûn û ziyanên madî yên mezin derketin. Supaya Pasdarên Îranê jî ew êrîş girte ser xwe.