Komela Cîhana Îslamî êrîşa li ser Hewlêrê şermezar dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Komela Cîhana Îslamî êrîşa mûşekî ya li ser bajarê Hewlêrê şermezar kir.
Sekreterê Giştî ya Komela Cîhana Îslamî Mihemed Bin Ebdulkerîm Îsa di daxuyaniyekê de êrîşa li ser Hewlêrê şermezar kir û ev êrîş bi destdirêjiya li ser aramî û ewlehiya Iraq û gelê wê bi nav kir.
Sekreterê Giştî ya Komela Cîhana Îslamî herwiha ragihand, ew hemû kiryarên tundrewî, teror û tundûtijiyê red kirin.
Îsa bi navê Sekreterê Giştî ya Komela Cîhana Îslamî, deste û encûmenên wê, hevxemiya xwe tam bi Iraqê re di rûbirûbûna hemû gefên li ser ewlehî û aramiya wê de nîşan da.