Serok Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî civiyan

Serok Barzanî û Mistefa Kazimî de, dawî pêşhat û rewşa Iraq û navçeyê hatin guftûgokirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 24ê Adarê pêşwazî li Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û Şanda pê re kir ku ji Wezîrê Derve Fuad Husên, Wezîrê Berevaniyê Cuma Inad û Wezîrê Navxwe Osman Xanimî û hejmarek berpirsên pilebilind ên siyasî û ewlehiyê yên Hikûmeta Iraqê pêk hatibû.

Di hevdîtinekê de ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed amade bûn, Serokwezîrê Iraqê hevxemî û hevsoziya xwe ji bo xelkê Herêma Kurdistanê û bajarê Hewlêrê gihande Serok Barzanî bo wê êrîşa mûşekî ya Ii ser Hewlêrê hatiye kirin û ew bi karekî têkderane û destdirêjî li ser tevahiya Iraqê bi nav kir.

Herwiha Serokwezîrê Iraqê aşkere kir ku komîteyeke taybet ji bo derxistia rastiyên wê bûyerê û nehîştina gumanan hatiye pêkanîn.

Her di wê civînê de, her du alî gotûbêj derbarê hokar û encamên êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêrê de kirin û tekezî li hevahengî û karê hevbeş a her du aliyan ji bo parastina aramiya Herêma Kurdistanê û Iraqa Federal hate kirin.

Proseya siyasî ya Iraqê û astengî û derfetên di nava proseya siyasî ya Iraqê, babeteke din wê hevdîtinê bûn.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û şanda pê re, serdana cihên ku ketine ber êrîşa teroristî ya duhî li ser Hewlêrê bikin.