Mesrûr Barzanî: Ligel Kazimî hevnêrîn bûn divê ev cure êrîş bêne rawestandin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî civiyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, ew ligel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî hevnêrîn bûn ku divê ev cure êrîş bêne rawestandin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Twittera xwe nivîsî: “Îro me pêşwazî li Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî kir û me ew gotûbêj li ser wê êrîşa dijminane ya li ser navçeyên niştecihbûna welatiyên sivîl kir.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand jî, “Hevnêrîn bûn ku dubarebûna van cure êrîşan li ser serweriya Iraqê divê bêne rawestandin.