Li Wanê qedexe hat dirêjkirin
Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, qedexeya meş, xwepêşandan, civînên çapemeniyê, grev, vedana kon û çalakiyên rûniştinê bo dema 15 rojan hat dirêjkirin.
Navenda Nûçeyan (K24) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, qedexeya meş, xwepêşandan, civînên çapemeniyê, grev, vedana kon û çalakiyên rûniştinê bo dema 15 rojan hat dirêjkirin.
Li parêzgeha Wanê qedexeya ku ji sala 2016an ve berdewam e careke din bo dema 15 rojan hat dirêjkirin.
Li gor daxuyaniya ku ji aliyê Walîtiya Wanê ve hatiye belavkirin, ji 15ê Adara 2022ê heta 29ê Adara 2022ê, bo dema 15 rojan hemû çalakiyên wek xwepêşandan, meş, grev, vedana çadir û standan û çalakiyên wiha hatine qedexekirin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku bi armanca rêgirtin li binpênekirina maf û azadiya kesên din, asayîşa xelkê û anîna aramiyê, rêgirtin li tawan, parastina maf û azadiyên xelkê biryara qedexekirina xwepêşandan û çalakiyan hatiye dayîn.
Li gor daxuyaniyê, biryara qedexekirinê wan çalakiyên fermî li xwe nagire ku ji aliyê parêzgar û qeymeqaman ve destûr bo wan tê dayîn.