NY: Krîza Sûriyê tenê bi rêya siyasî çareser dibe

Nûnerê Taybet ê Netewên Yekbûyî ji bo Sûriyê Gier Pederson got, krîza Sûriyê tenê bi rêyên siyasî li gor biryara Encûmena Asayîşê ya 2254an tê çareserkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) - Nûnerê Taybet ê Netewên Yekbûyî ji bo Sûriyê Gier Pederson got, krîza Sûriyê tenê bi rêyên siyasî li gor biryara Encûmena Asayîşê ya 2254an tê çareserkirin.

Gier Pederson diyar dike ku “di demeke nêzîk de dê li Cinêvê komîteya destûra Sûriyê bicive û hêviya min ew e ku vê carê her du lî li ser hinek xalên sereke li hev bikin”.

Pederson dest nîşan kir; ji bo ku penaber û koçberên Sûriyê vegerin welatê xwe, cihekî ewle ji wan re pêwîst e.

Herwiha got; projeya wî ya bi navê “gav bi gav”, rêya herî baş e ji bo ku alî nêzîkî hev bibin û çareserî pêk were.

Projeya Pederson bi navê “gav bi gav” heye, ew behsa wê yekê dike ku Amerîka û welatên rojavayî cezayên xwe li ser Şamê nehêlin yan jî kêm bikin, li hember jî Rûsya givaşan li ser hikûmeta Sûriyê bike daku pêşketinek di proseya siyasî ya Sûriyê de çêbibe.

Lê pêştir hem Wezîrê Derve yê Sûriyê û hem jî Desteya Bilind a Danûstandinan a Opozisyona Sûriyê ew pêşniyara Pedersen red kiribûn.