Nerazîbûna Herêma Kurdistanê bo Konsulê Îranê hat gihandin
Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve Sefîn Dizeyî yadaştnameya nîgeranî û nerazîbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê da Konsulê Giştî yê Komara Îslamî ya Îranê yê li Hewlêrê.
Hewlêr (K24) – Bi mebesta nîşandana nîgeranî û nerazîbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hember êrîşa mûşekî ya Komara Îslamî ya Îranê ya li ser bajarê Hewlêrê, Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bangî Konsulê Giştî yê Komara Îslamî ya Îranê yê li Hewlêrê Nesrullah Reşnûdî kir.
Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve Sefîn Dizeyî yadaştnameya nîgeranî û nerazîbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê da Konsulê Giştî yê Komara Îslamî ya Îranê yê li Hewlêrê.
Bangkirina Konsulê Giştî yê Îranê piştî wê yekê hat, ku şeva 12/13ê Adara 2022yan bi dema Hewlêra peytext di demjimêr 01:03:47an de, Supaya Pasdaran a Komara Îslamî ya Îranê êrîşeke mûşekî bi 12 mûşekên balîstîk kire ser bajarê Hewlêrê û saziya Kurdistan24ê û çend cihên din ên sivîl hatin armanckirin û zirarên mezin gihîştin mal û milkên welatiyan û Kurdistan24ê.
Beriya niha jî, Wezareta Derve ya Iraqê, Balyozê Îranê yê li Bexdayê Îrec Mescidî bangî wezaretê kiribû, ji bo nerazîbûna Iraqê li hember êrîşa mûşekî ya li ser armancên sivîl ên Hewlêrê were nîşandan.