Amerîka: Îran bûye gef li ser hevpeymanên me yên li navçeyê
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price di konferanseke rojnamevanî de li ser êrîşên mûşekî yên Îranê li ser Hewlêrê axivî.
Hewlêr (K24) – Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price di konferanseke rojnamevanî de li ser êrîşên mûşekî yên Îranê li ser Hewlêrê ragihand: “Em ji nêzîk ve ligel Iraq û hevpeymanên me yên din ên li navêeyê kar dikin, da ku Îran berpirsyar bibînin û lêkolînên li ser êrîşên mûşekî jî dest pê kirine.”
Ned Price di axaftina xwe de diyar kir: “Wezîrê Derve derfeta wî hebû ku bi Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re biaxive. Hêrsbûn û nîgeraniya xwe li hember êrîşên mûşekî yên Îranê bo ser Hewlêrê gihande herdu serokwezîrên Herêma Kurdistanê û Iraqê, ev êrîş êrîşên ser serweriya Iraqê ne.”
Price destnîşan kir: “Wezîrê Derve Antony Blinken piştevaniya xwe ji bo xelk û hikûmeta Iraqê nîşan da û daxwaz kir ku bi yekgirtî di pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de lez bikin. Pabendiya Amerîkayê jî anî ziman, ji bo ji nêz ve ligel Iraq û hevpeymanên me yên din ên li navçeyê kar bikin, da ku Îran weke berpirsyar bibînin û û lêkolînên li ser êrîşên mûşekî jî dest pê kirine.”
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price eşkere kir: “Îran bûye gef li ser hevpeymanên me yên li navçeyê. Dema em behsa destwerdanên Îranê dikin, ji bilî mijara atomî, em dibînin ku Îran piştevaniya milîs û terorîstên li navçeyê dike û êrîşên elektronîk encam dide.”
Herwiha diyar kir: “Xala girîng ew e ku eger Îran bi temamî ji bidestxistina çekê atomî neyê dûrxistin, dê karên xwe yên xirab zêdetir bike. Armanca me ew e ku Îran ti car nebe xwediyê çekê atomî. Ev tiştekî wisa ye ku em jê qet dûr nakevin. Serok Biden gelek rijd e li ser wê yekê ku Îran ti car nebe xwedî çekên atomî.”