Şandeke Parlamentoya Iraqê gihîşte cihê êrîşa mûşekî
Ji bo dîtin û zanîna rastî û sedemên wê mûşekbaranê, serdana Hewlêrê kirin.
Hewlêr (K24) – Şandeke Parlamentoya Iraqê ku ji Cîgirên Serokê Parlamentoyê Hakim Zamilî û Şaxewan Ebdullah pêk hatiye, gihîşte Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê.
Şanda Iraqê li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Cîgirê Serokê Parlamentoyê Hêmin Hewramî û Cîgirê Parêzgarê Hewlêrê ve hat pêşwazîkirin.
Armanca serdana şandê, gotûbêjkirina wan bûyeran û êrîşa Komara Îslamî ya Îranê bo ser bajarê Hewlêrê ye, ku cihekî niştecîbûna welatiyan kire armanc.
Cîgirê Yekem ê Serokê Parlamentoya Iraqê Hakim Zamilî di konferansa rojnamevanî de ragihand; ji bo dîtin û zanîna rastiyan û sedemên wê mûşekbaranê, serdana Hewlêrê kirine.
Hakim Zamilî got: “Em bi awayekî meydanî, lêkolîna vê mijarê dikin, em baş dizanin ku armanckirina her cihekî Iraqê, armanckirina hemû Iraqê ye, parlamentoya vê carê cuda ye, çimkî girîngiyeke mezin bi hemû gelên Iraqê dide.”