Ajansa herî mezin a cîhanê piştevaniya xwe bo Kurdistan24ê nîşan da
Ji ber êrîşa mûşekî ya Komara Îslamî ya Îranê bo ser bajarê Hewlêrê, ku tê de zirar gihîştin saziya Kurdistan24ê.
Hewlêr (K24) – Ji ber êrîşa mûşekî ya Komara Îslamî ya Îranê bo ser bajarê Hewlêrê, ku tê de zirar gihîştin saziya Kurdistan24ê, Agence France-Presse (AFP) di nameyekê de piştevaniya xwe ji bo Kurdistan24ê nîşan da.
Sernivîskara Beşa Rojhilata Navîn a Agence France-Presse (AFP) Jo Biddle, ku weke ajansa herî mezin a cîhanê tê dîtin, di nameyekê de bo Rêveberê Giştî û Serokê Borda Saziya Kurdistan24ê Mihemed Hacî Kerîm, piştevaniya AFPê anî ziman.
Jo Biddle di nameya xwe de diyar kiriye: “Em gelek xemgîn in ji ber wê zirar û ziyanên ji ber êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêrê li saziya we ketine, em hêvî dikin hemû stafên we tendirust û bi silamet bin, em hevbeşên xema we ne, bi piştevaniya me ya berdewam bawer bin, em hêviya baştirî ji bo we dixwazin.”
AFP xwedî zêdetirî 201 ofîs û navendên nûçeyan li 151 welatên cîhanê ye û ligel herdu ajansên Reuters û AP, sê ajansên herî mezin ên li cîhanê ne.