Serokwezîrên sê welatan serdana Kîevê dikin

Serokwezîrên Polanda, Çekya û Slovenya bi mebesta piştevanî û şêwira ligel Ukraynayê bi nûnerê Yekîtiya Ewropayê serdana Kîevê dikin.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrên Polanda, Çekya û Slovenya bi mebesta piştevanî û şêwira ligel Ukraynayê bi nûnerê Yekîtiya Ewropayê serdana Kîevê dikin.

Serokwezîrê Çekya Petr Fiala di twîtekê de ragihand; weke nûnerên Encûmena Yekîtiya Ewropayê ligel her yek ji Serokwezîrê Polandayê Mateuszem Morawieckym û Cîgirê Serokwezîr Jarosławem Kaczynskim û Serokwezîrê Slovenya Janezem Jansou îro serdana Kîeva paytexta Ukraynayê dikin.

Petr Fiala diyar kiriye ku li Kîevê ligel Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky û Serokwezîr Denys Shmyhal dicivin û armanca serdanê jî tekezkirina piştevaniya Yekîtiya Ewropayê bo Ukrayna û azadî û serxwebûna wî welatî ye.

Fiala destnîşan kiriye; bi şêwir ligel Serokê Encûmena Yekîtiya Ewropayê Charles Michel û Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursulou von der Leyen, serdanek encam didin û zanyarî dane rêxistinên navdewletî, tevî Neteweyên Yekbûyî.