Hewlêr pêkanîna lijneyeke navdewletî bi amadebûna Îranê daxwaz dike
Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ragihand; ji Neteweyên Yekbûyî daxwaz kirine ku lijneyek ji bo îsbatkirina rastiyan pêk bînin.
Hewlêr (K24) - Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ragihand; ji Neteweyên Yekbûyî daxwaz kirine ku lijneyek ji bo îsbatkirina rastiyan pêk bînin û ji Komara Îslamî ya Îranê jî daxwaz kir ku nûnerê wan di vê lijneyê de hebe.
Îro 15.03.2022yan Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed di civîneke çapemeniyê ya hevbeş li gel cîgirên serokê encûmena nûnerên Iraqê de ragehand: “Em keyfxweş in ku lijneya derxistina rastiyan li Parlamentoya Iraqê, ku temamê kutle jî têde ne û tên lêkolînê derbarê bûyerê de dikin. Spas ji bo piştevaniya xelk û Hikûmeta Herêma Kurdistanê.’’
Rêber Ehmed diyar kir: “Berî niha jî Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bi şandeyeke Wezareta Berevaniyê û Wezareta Navxwe ve serdana Hewlêrê kir. Em piştrast kirin ku Iraqê bi xwe dê li hember pirsgirêk û gefan raweste û êdî ji her navçeyekî jî bê.’’
Herwiha destnîşan kir: “Dîtineke hevbeş heye ji bo rawestana li dijî wan gefxwarinan, amadebûna hemahengiya saziyên leşkerî û ewlehiyê yên Iraqê ve serdana Herêma Kurdistanê kirin û piştevaniya wan lijneyan em dikin û zanyarî dayînê jî emê bikin ku rastî aşkera bibin.
Wezîrê Navxwe got: “Ev bombebaran bi mûşekên aqil ve pêkhat û em jê nîgeran in, ev binpêkirin e. Ti wateya dostanî û cîrantî di vê de tine û em daxwaz ji hikûmet, Parlamento û civaka navnetewî dikin her welatekî hebe li komkara erebî û Iraqê jî bixwazin lêkolînê bikin, ku rastiyan derbixin, yan bixwazin rastî eşkere bikin, emê rê ji wan re vekin û rê bidin.”
Rêber Ehmed diyar kir: “Em daxwazê ji Îran a cîran û Iraq û Komkara Erebî dikin lijneyekî navnetewî pêkbînin bo lêkolînê. Siyaseta me zelal e ji aliyê pêwendiyên derve ve, hemahengiya zêde me ligel hikûmeta federal heye û piştre jî dê rastî ji xelkê û raya giştî re bên eşkerekirin.”