Serok Barzanî: Vîna gelê me ji çekên kîmyayî û mûşekan bihêztir e
Serok Mesûd Barzanî di salvegera 34emîn a kîmyabarana Helebceyê de peyamek belav kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî di salvegera 34emîn a kîmyabarana Helebceyê de di peyamekê de ragihand, “Vîna gelê me ji çekên kîmyayî, firokeyên şer û mûşekan bihêztir e.”
Serok Mesûd Barzanî îro 16/3/2022an di salvegera 34emîn a kîmyabarana Helebceyê de peyamek li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” belav kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de nivîsî: “Tiştê ku piştî kîmyabarana Helebceyê zindî maye, azadîxwaziya gelê Kurdistanê ye. Di 34. salvegera vê tawanê, em careke din dubare dikin ku vîna gelê me ji çekên kîmyayî, firokeyên şer û mûşekan bihêztir e.
What remained alive following the chemical bombardment of Halabja was the Kurds' zest for liberty. On the 34th anniversary of this unspeakable crime, we solemnly reiterate that the will of our people is much stronger than chemical weapons, fighter aircrafts and missiles.
— Masoud Barzani (@masoud_barzani) March 16, 2022